Netewên Yekgirtî û Yekîtiya Ewropoyayê, bo vekolînê ji dûrxistina şaredaran serdana Diyarbekirê dikin

Raporterên Netewên Yekgirtî û Yekîtiya Ewropoyayê meha bê, ji ber lêkolînikirna mijara dûrxistina şaredaran serdana Diyarbekirê dikin.

K24- Hewlêr

Raporterên Netewên Yekgirtî û Yekîtiya Ewropoyayê meha bê, ji ber lêkolînikirna mijara dûrxistina şaredaran serdana Diyarbekirê dikin.

Piştî ji kardûrxistina şaredarên HDPê yên Diyarbekir, Mêrdîn û Wanê, digel çalakiyên nerazîbûnê, HDP di qada navnetewî de jî dest bi danustandinan kir.

Komîsyona HDPê ya danustandinen HDPê da xuyakirin, piştî hevdîtinên bi dehan balyoz û saziyan, biryar hatiye dayîn, Raporterên Netewên Yekgirtî bi armanca lêkolînê meha Çiriya Pêşîn serdana Diyarbekirê bikin.

Berpirsê pêwendiyên derve yê HDPê Hişyar Ozsoy da xuyakirin, şand û kesayetiyên ku beşdarî doza Selahedîn Demîrtaş ya 18'ê Îlonê bibin, dê serdana bakurê Kurdistanê bikin û piştevaniya xwe bo şaredarên hatine dûrxistin nîşan bidin.