Li deverên Colemergê operasyonek hat encam dan û 14 welatî hatin girtin
Li Navçeyên Çel, Gever û Şemzînan ên bajarê Colemergê operasyonek hat encam dan û 14 welatî, hatin girtin.
K24- Hewlêr
Li Navçeyên Çel, Gever û Şemzînan ên bajarê Colemergê operasyonek hat encam dan û 14 welatî, hatin girtin.
Li Navçeyên Çel, Gever û Şemzînan ên bajarê Colemergê, ji duhî ve operasyonek serdagirtina malan hat destpêkirin û 14 kes bi henceta alîkariya PKK kirin e, hatin girtin.
Operasyon, ku bi piranî li dijî endam û alîgirên HDP tên encam dan, ji encam a kuştina leşkerek li navçeya Çelê, berferehtir bû ye.
Ligor agahiyên ji herêmê tên, di serdagirtina malan de, zorê li welatiyan dikin, ku cîh û warên gerilayên PKK ji bo wan bêjin.
Operasyona girtin û binçavkirinê berdewam dike.
ji aliyek dî ve, li Navçeyên Nisêbîn û Omeryana Merdînê operasyona leşkeri berdewam dike û hejmara gundên ku derketina derve ser hatiye danan, giha 8 an.
Artêşe Tirkiyê ku ev hefteyeke operasyona leşkerî li navçeyên Nesêbîn û Omeryana Merdînê didomîne, qedexe ya li ser 8 gundan bi serdagirtina malan berdewam dike.
Hate ragihandin ku operasyon bi hevkariya hêzên esimanî ve berdewam dike, agir bi daristanan ketiye û hate nav bax û xaniyê gundên qedexe kirî, berbelav bûye.
Gundîyên li 8 gundên wan hatine qedexe kirin dibêjin tiştê li ser wan tê kirin kes nabîhîse, leşker dergehan dişkênin û dikevin nav malan, zarok û xêzanên wan ditirsînin.
Li gor Çarçeveya Operasyonê ji 7 gundên qedexe çend deverên Tizyan ya Navçeya Artuxluyê jî li ser hatinzêde kirin.