Li Efrînê çekdaran 2 jin birîndar kirin û 9 kes revandin

Îstixbarata Tirkiyê û grûpên çekdar bi ser gundekî Efrînê de girt, gule avêtin û zêdetir ji 15 kesan revandin û 2 jin jî birîndar bûn.

K24 – Navenda Nûçeyan

Îstixbarata Tirkiyê û grûpên çekdar bi ser gundekî Efrînê de girt, gule avêtin û zêdetir ji 15 kesan revandin û 2 jin jî birîndar bûn.

Jêderekî ji Efrînê ji K24ê re ragihand, duhî îstixbarata Tirkiyê, Polîsa Leûkerî û grûpa çekdar bi navê “Semerqend” bi ser gundê Kefir Sefrê yê navçeya Cindirêsê de girt û gule avêtin û dest bi revandina gundiyan kirin.

Da zanîn, di encama avêtina guleyan de 2 jinên bi navê Dilşan Koçer û Zelûh Hesen birîndar bûn.

Wî jêderî got jî, navê kesên hatine revandin û hatine naskirin wan wiha ne: Mihemed Bermece, Murad Bermece, Laleş Bermece, Xelîl Mihemed Bermece, Nebî Mihemed Murad, Xelîl Xelîl Murad, Elî Hec Qadir Xelîl, Şerefedîn Elûş Şêxo, Mihemed Hesen Mihemed. Xorşîd Mihemed.

Hêzên artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên ser bi wê ve her carê davêjin ser gundekî Efrînê guleyan bi esmanan ve berdidin û dest bi girtina gundiyan dikin, herî dawî jî avêtibûn ser gundê Coqê û 15 kes revandibûn.

Pêr jî çekdaran xortekî Efrînî yê bi navê Mihemed Henîf Husên ê ji gundê Bilêlko piştî revandina 10 rojan, di bin eşkenceya hovane de kuştibû.

Çalakvanên Efrînê dibêjin, armanca Tirkiyê û grûpên çekdar ji van tawan, binpêkirinên mirovî û girtin û revandina welatiyan ew e, Kurdên Efrînê dest ji xaka xwe berdin û bi neçarî koçber û derbider bibin.

S. B