Murat Karayilan: HDP pişgiriya şerê xendekan nekir û gerîlayên PKK bi tenê hişt

Murat Karayilan rexne li HDP digre û radighîne: HDP pişgiriya şerê xendekan nekir û gerîlayên PKK bi tenê hişt.

K24- Hewlêr

Murat Karayilan rexne li  HDP digre û radighîne: HDP pişgiriya şerê xendekan nekir û gerîlayên PKK bi tenê hişt.

Endamê Desteya Rêvebir ê PKK Murat Karayilan rexneyên tûnd li Partiya Demokratîk a Gelan HDP digre û dibêje: Di dema şerê xendekan de, HDP xwedî li gerîlayên PKK derneket û 60 şervanên wan li bajarokê Sûrê bi tenê man. HDP piştgiriya şerê xendekan nekir. Bi dudilî tevgerî ya û hişê xelk tevlîhev kir. Ger HDP piştgiriya şerê xendekan bikira, erk û berpirsiyariyên xwe bianiya cih, encam wekî niha nedibû.