Parêzgarekî nû bo Hewlêrê tê hilbijartin
Îro Encûmena Parêzgeha Hewlêrê dicive û parêzgarekî nû bo Hewlêrê hildibijêre.
K24 – Navenda Nûçeyan
Îro Encûmena Parêzgeha Hewlêrê dicive û parêzgarekî nû bo Hewlêrê hildibijêre.
Peyamnêrê K24ê da zanîn, Îro Encûmena Parêzgeha Hewlêrê dicive û deng dide parêzgarê nû ya Hewlêrê.
Da zanîn jî, ji bilî kandîdê Partiyê Demokrat a Kurdistanê (PDK) Ferset Sofî, ti kesî din xwe ji bo wê postê kandîd nekiriye.
Serokê Encûmena Parêzgeha Hewlêrê Elî Reşîd ji K24ê re ragihand, civîna îro a Encûmena Parêzgeha Hewlêrê taybet dibe bo hilbijartina parêzgarê hejmar 41em bo Hewlêrê.
Roja 10ê vê mehê Parêzgarê Hewlêrê Newzad Hadî di konferanseke rojnamevanî de ragihand, wî dest ji posta Parêzgarê Hewlêrê berdaye.
S. B