Nêçîrvan Barzanî: Iraq û Herêma Kurdistanê pêwîstiya wan bi veberhênana biyanî heye
Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê tekez li ser hatina sermaye û veberhênana biyanî ji bo Iraq û Herêma Kurdistanê kir û handan û rêxweşkirin û pêşkêşkirina hêsankariyê ji bo veberhênana biyanî û rexsandina derfetên zêdetir ji bo kertê taybet li vê qonaxê û qonaxên paşaroja Iraq û Herêma Kurdistanê da, bi pêwîstiyekî pêşîne da zanîn.
K24- Hewlêr

Li hevdîtineke li gel Dr Nûrî Sebah El Dilêmî Wezîrê Plandana Iraqê, Serok Nêçîrvan Barzanî balkişand li ser wê yekê ku pêşxistin û pêşketina aboriyê li Iraq û Herêma Kurdistanê û paşarojeke baştirê rewşa aborî li welat, pêwîstî bi siyaset û rêkxistin û plan û bernameyekî baştirê birêvebirin û kargêriya darayî û avêtina hengavên çalaktir heye.
Li hevdîtina ku îro pênçşem 12/09/2019 li Hewlêr birêve çû, her dû alî hengavan û amadekariya encamdana serjimêriya giştî li Iraqê û girîngiya hevkarî û hemahengiyên aliyên peywendîdarên Hikûmeta Federal û Hikûmeta Herêma Kurdistanê û aliyên navdewletiyan li vê proseyê da nirxandin.
Amadekirina projeya budçeya giştî ya Iraqê ji bo sala 2020 û proseya avadankirina navçeyên ziyanberketiyên şerê terorê, bi taybetî parêzgeha Mûsil û ew hengavên heta niha li vî warî de hatine avêtin, mijarên dinê vê hevdîtinê bûn.