Birînên êşkenceyên derbeya 12 îlona 1980'ê berdewam dikin
Di 12ê Îlona sala 1980an de artêşa Tirkiyê bi pêşengiya Serokerkanê wê demê Kenan Evren dest danî ser rêveberiya Tirkiyê û derbeya leşkeri pêk hat. Di wê demê de, di girtîgehan de êşkenceyên giran dihatin kirin, ku girtîgeha herî navdar jî, Girtîgeha Diyarbekrê bû
K24- Hewlêr
Di 12ê Îlona sala 1980an de artêşa Tirkiyê bi pêşengiya Serokerkanê wê demê Kenan Evren dest danî ser rêveberiya Tirkiyê û derbeya leşkeri pêk hat. Di wê demê de, di girtîgehan de êşkenceyên giran dihatin kirin, ku girtîgeha herî navdar jî, Girtîgeha Diyarbekrê bû. Welatiyê bi navê Hîkmet Ata, yek ji mexdurên girtîgeha Diyarbekrê ye, ku êşkenceyên giran qet ji bîra wî naçin û amaje dike, ku meha Îlonê ji bo Kurdan her çiqas qehr û êşan tîne bîr jî, di heman demê de bo Şoreşa Îlonê, cihê şanaziyê ye jî.
39 sal berê di 12ê Îlona sala 1980yê de Serokerkanê Tirkiyeyê yê wê demê Kenan Evren ragihand ku artêşê dest daniye ser rêveberiya Tirkiyeyê û hat zanîn ku derbeya leşkeri pêk hatî ye. Piştî derbeye leşkeri jî ji bo Kurdan serdemeke giran a kuştin, girtin û êşkenceyê dest pê kir ku Hîkmet Ata jî yek ji wan kesan e di girtîgeha Diyarbekirê de ku remza herî xurt a derbeya leşkeri bû rastî êşkenceyên giran hatî ye. Hîkmet Ata ku endamê Komeleya Şoreşger û Demokratên Kurd DDKDê bû di 20 saliya xwe de piştî derbeya leşkeri li Diyarbekirê hatiye girtin.
Hîkmet Ata, mexdûrê derbeya leşkerî ya 12ê Îlonê, got:"Di Girtîgeha Diyarbekir de êşkence hem bi awayeke sistematik hem jî bi awayeke keyfî dihate kirin. Ji destpêka rojê heta razanê êşkence hebu. Ji sibê heta nîvro marş bi me didan xwendin ku heta demarê gewriya me biwerime. Eger demarê me newerimîbuya me lêdan dixwar."
12ê Îlonê di hişên Kurdan de dîrokeke xwedî ciheke neyînî, xirap û bi qehr û êş e. Lê Hîkmet Ata amaje dike ku divê Kurd ti caran van qehr û êşan ji bîr nekin lê bizanibin ku meha îlonê her çiqas 12ê îlonê dihewîne jî di heman demê de şoreşa îlonê û referandûma Serxwebûna Kurdistanê jî dihewîne û bila Kurd qet bê hêvî nebin.
Hîkmet Ata, mexdûrê derbeya leşkerî ya 12ê Îlonê, dibêje:"Di dema 12ê Îlonê de êşeknece li Kurdan kirin, zirar dan zimanê Kurdan û welatê Kurdan. Lê meha îlonê de her çiqas derbeya leşkerî çêbibe jî îlon di heman demê de bo Kurdan serfirazî û mizgînî ye jî."
Di dema derbeya leşkeri ya 12 îlonê de li gorî daneyên fermî 650 hezar kes hatin binçavkirin, 50 kes hatin darvekirin, 14 girtîyan di grevên birçîbunê de jiyana xwe ji dest dan, 171 kesan di êşkenceyên giran de jiyana xwe ji dest dan, 39 ton pirtuk û kovar hatin şewitandin, 927 fîlm jî hatin qedexekirin.