Wezareta derveya Rûsyayê dema seredana Lavrov bo Herêma Kurdistanê aşakera dike
Marîya Zaxarova, gotebêja wezareta derveya Rûsyayê dema seredan Sêrgî Lavrov, wezîrê derveyê welatê wê bo Herêma Kurdistanê aşkera kir.
K24- Hewlêr
Marîya Zaxarova, gotebêja wezareta derveya Rûsyayê dema seredan Sêrgî Lavrov, wezîrê derveyê welatê wê bo Herêma Kurdistanê aşkera kir.
Di kongiryeke rojnamevanî de, Matrîya Zaxarova ragehand: li rojên 7-8 meha dahat, Lavrov seredana Îraq û Herêma Kurdistanê dike. Li bexdayê li gel desthilatdarên Îraqê û dûv re jî li Hewlêrê li gel berpirsên hikumeta Herêma Kurdistanê dicive.
Gotebêja wezareta derve ya Rûsyayê aşkera jî kir, di wan kombûnan li gel Hewlêr û Bexdayê gotûbêzjan dike derbarê kawdanên rojhilata navîn bi giştî û Îraq, Surîye û devera Kendavê bi taybetî û nerînan li gel wan diguhere. Herweha gotûbêjan derbarê rewşa Îranê û arîşeya Felestînê dike.
Zaxarova amaje bio wê yekê jî da, ku Lavrov di seredan xwe de giringîyeke mezin bi jinavbierina terorê û rêgirtinê ji belavbûna tayîfegerîya olî dide. Got jî: Berhîya seredana wezîrê derveyê Rûsyayî bo bihêzkirina peywendîyên dostaneye di navbera Îraq û Rûsyayê de li tevaya bwaran, nemaze jî li bwarên sûtemenî û wizeyê û bwarê mirovatîyê.
Berê jî Mîxayîl Bogdanov, cêgirê wezîrê derveyê Rûsyayê, di hevpeyvîneke taybet de bo Kurdistan 24 aşkera kiribû ku di meha dahatî de Lavrov seredan Herêma Kurdistanê dike.