Mezrgeh û şûnwarên Êzdîyan dihên nûkirin
Civata Rûhanîya Êzdîyan li gel wezareta Ewqaf û Karûbarên Olî rêkkevtine li ser wê yekê ku mezargeh û şûnwarên Êzdîyan bihên nûkirin.ç
K24- Şengal
Civata Rûhanîya Êzdîyan li gel wezareta Ewqaf û Karûbarên Olî rêkkevtine li ser wê yekê ku mezargeh û şûnwarên Êzdîyan bihên nûkirin.
Hevdem ji bilî hebûna rêveberîyeke taybet bi ola Êzdîyan li wezareta Ewqafê, Êzdî daxwaz dikin kesatîyên olî yên wan wek olên zelamên olên din li wê wezaretê bihên damezirandin.
Di çend rojên burî de, şandeke wezareta Ewqafê, seredana perstgeha Laliş kirin û li gel mire Êzdîyan û Civata Rûhanîya Êzdîyan civî.