Hevpeymaniya Navdewletî hejmareke barhilgirên alîkariyên serbazî derbazî rojavaya Kurdistanê kir

Hevpeymaniya navdewletî zêdtir ji 100 barhilgirên alîkariyên serbazî bo bingehên xwe li rojavaya Kurdistanê şand

K24- Hewlêr

Hevpeymaniya navdewletî zêdtir ji 100 barhilgirên alîkariyên serbazî bo bingehên xwe li rojavaya Kurdistanê şand.

çavkenîke ser bi opozsisyona Suriyê ve belavkirîye, Hevpeymanîya Navdewletî bêtir ji 100 barhilgir ji alîkaryên lojostî  û serbazî ku otombêlên leşkerî, alavên serbazî û tenkerên neftê bi rêya dergehê Sêmalka re  şand bo navçeyên bingehên xwe yên serbazî li bajarokê Til Bîdirye li parêzgeha Hesekê li rojavaya Kurdistanê.

Wî çavkanî dazanîn, ku berî dû rojan jî Hevpeymanîya Navdelwetî zêdtir ji 250 barhilgirên alîkarîyên serbazî û lujsitî bo navçeyên cuda yên di bin destê HSDyê de û bingehên xwe derbasî rojavayA kurdistanê kirîye.