Goran Rêkxerê Giştî û endamên Xaneya Raperandinê hildibijêre
Di çarçova hilbijartinên navxweyî yên Tevgera Goranê de, îro Civata Niştimanî ya Goranê endamên Xaneya Raperandinê û Rêkxerê Giştî yê Tevgerê hildibijêre.
K24 – Navenda Nûçeyan
Di çarçova hilbijartinên navxweyî yên Tevgera Goranê de, îro Civata Niştimanî ya Goranê endamên Xaneya Raperandinê û Rêkxerê Giştî yê Tevgerê hildibijêre.
Peyamnêrê K24ê li Silêmaniyê da zanîn, îro Civata Niştimanî ya Tevgera Goranê li bajarê Silêmaniyê dicive û endamên Xaneya Raperandinê û Rêkxerê Giştî yê Tevgerê tên hilbijartin
Li gor zanyariyên K24ê, 2 kes bo posta Rêkxerê Giştî kandîd in û 14 kes jî rokberiyê li ser 5 kursiyên Xaneya Raperandinê dikin.
Xaneya Raperandinê ya Tevgera Goranê ji 7 kesan pêk tê: Rêkxerê Giştî, Sekreterê Civata Niştimanî, Sekreterê Civata Giştî, Sekreterê Firaksiyonan, Sekreterê Bajaran, Sekreterê Odeyan û Sekreterê Karûbarê Xelkê.
Roja Pêncşemê 12ê vê mehê Sekreterê Civata Giştî ya Goranê hatibû hilbijartin û rasterast bûbû endamê Xaneya Raperandin.
S. B