Li Wanê perpirseke HDPê û 5 endaman hatin zîndankirin

Hevseroka Wanê ya HDPê jî nav de, 6 berpirs û endamên HDPê hatin zindanîkirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Hevseroka Wanê ya HDPê jî nav de, 6 berpirs û endamên HDPê hatin zindanîkirin.

Berî 4 rojan li bajarên wekî Bîtlîs, Wan, Diyarbekir, Colemêrg û Îdirê li dijî Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Kongireya Civaka Demokratîk (KCD) operasyoneke berfireh bi rê ve çûbû û 21 kes hatibûn desteserkirin.

Ji wan 20 kes hatin dadkirin û Dadgeha Wanê ji bo 6 kesan bi tohmeta bangeşekirin û endamtiya PKKê biryara zindanîkirinê da û 14 kesên din jî bi kontrola asayîşê hatin azadkirin.

Hat zanîn di nava kesên ku hatine zindanîkirin de Hevseroka Wanê ya HDPê Yadişen Karabulak jî heye.

 

S. B