Li Efrînê bijîşkek û 12 kesan ji aliyê çekdaran ve hatin revandin

Zincîreya revandina welatiyên Efrînê ji aliyê grûpên çekdar ên ser bi artêşa Tirkiyê ve berdewam e, di çend rojên bûrî 12 kes revandin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Zincîreya revandina welatiyên Efrînê ji aliyê grûpên çekdar ên ser bi artêşa Tirkiyê ve berdewam e û di çend rojên bûrî 13 kes revandin.

Rêxistina Mafên Mirvan li Efrînê belav kir, grûpa çekdar a bi navê Polîsa Leşkerî roja 10ê vê mehê Rêvebirê Nexweşxaneya Cîhan diktor Sebrî Henan yê 75 salî revand û ber bi cihekî ne diyar ve bir.

Da zanîn jî, grûpên çekdar bi ser gundê Dêr Belûtê de girt û 9 kes bi tometa ku hemû welatiyên Efrînê pê tên tometbarkirin “pêwendiya bi Rêveberiya Xweser re” revandin.

Wê rêxistinê navên kesên revandî belav kir, Mihemed Menan Silêman, Mihemed Mihemed Silêman, Luqman Mihemed Ebdo, Ehmed Wehîd Şoke, Îsmaîl Şêx Emlîxe, Bakîr Mihemed Bakîr, Cîhad Mihemed Xelîl, Şêxo Reşîd Tahîr û Mehmûd Mihemd Izet in.

Wê rêxistina mafên mirovan belav kir jî, grûpeke çekdar ciwanekî Kurd ê bi navê Ebdo Salih roja 11ê vê mehê li Cindirêsê revand û çarenivîsa wî ne diyar e.

Da zanîn jî, hêzeke Tirkî ligel grûpeke çekdar roja 8ê mehê kalemêrê 74 salî Zeîm Şêx Ehmed ji gundê Şêx Ehmo yê navçeya Reco revand.

Herwiha grûpeke din a çekdar roja 3ê vê mehê welatiyê ji gundê Miskê Henan Xelîl Cindo li rêbenda gund revand û ta niha çarenivîsa wî jî ne diyar e.

Ev yek di demekê de ye, Komîta Lêkolînê ya ser bi Netewên Yekgirtî roja 11ê vê mehê di raportekê de belav kir, grûpên çekdar li Efrînê bi berdewamî welatiyên Kurd ên sivîl direvînin, eşkence didin û dikujin.