Tevgera Goranê Omer Seyid Elî wek Rêkxerê Giştî hilbijart
Di civîna îro ya Civata Niştimanî ya Tevgera Goranê de Omer Seyid Elî wek Rêkxerê Giştî yê Tevgera Goranê hat hilbijartin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Di civîna îro ya Civata Niştimanî ya Tevgera Goranê de Omer Seyid Elî wek Rêkxerê Giştî yê Tevgera Goranê hat hilbijartin.
Li gor zanyariyên peyamnêrê K24ê li Silêmaniyê, Omer Seyid Elî ji koma 44 dengan, karî 28 dengan bidest bixe û careke din wek Rêkxerê Giştî yê Tevgera Goranê hat hilbijartin.
Îro li Silêmaniyê Civata Niştimanî ya Tevgera Goranê bo hilbijartina endamên Xaneya Raperandinê û Rêkxerê Giştî yê Tevgerê civiyabû.
S. B