Serjimêryarî li tevahiya Iraqê birêve diçe
Desteya Serjimêryariya Giştî ya Iraqê û şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê civiyan piştî civînê jî hat ragihandin, biryar hat dayîn ku serjimêryarî di dema xwe de birêve biçe.
K24 – Navenda Nûçeyan
Desteya Serjimêryariya Giştî ya Iraqê û şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê civiyan piştî civînê jî hat ragihandin, biryar hat dayîn ku serjimêryarî di dema xwe de birêve biçe.
Wezîrê Plandananê ya Iraqê di konferanseke rojnamevanî de ragihand, ji bo temamkirina tevahiya karên teknîkî civiyan, ta ku bikarin di dema diyarkirî di meha Cotmeha 2020an de serjimêryariyê encam bidin.
Ragihand jî, têbîniyên hemû pêkhateyan werdigirin û mafê hemû pêkhateyan li ber çav digirin.
Endamê şanda Wezareta Plandananê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sîrwan Mihemed li Bexdayê ji K24ê re ragihand, ev duyem civîna Desteya Serjimêryariya Giştî ye û civîna yekem berî 4 mehan hatibû kirin.
Ragihand jî, bi awayekî giştî me behsa vê projeyê kir, herwiha me behsa logeyekê ji proseya serjimêryariyê kir ku rengvedana hemû pêkhateyên Iraqê bike û bi zimanê Erebî û Kurdî be.
Cara dawî serjimêryariya giştî di sala 1997an birêve çûbû, ku navê 19 milyon kes bê Herêma Kurdistanê hatin tomarkirin. Di salên 2007 û 2010 jî hewla serjimêryariyê li Iraqê hat dayîn, lê ew prose neçû serî. Niha Hikûmeta Iraqê dixwaze bi budceya 200 milyar Dînar serjimêryariyê li tevahiya parêzgehên Iraqê encam bide.
S. B