Serok Barzanî pêşwaziya raberê Tevgera Îslamî ya Kurdistanê kir
Evro, Yekşembîyê, li Selaheddînê Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Mamosta Îrfan Abdulezîz Raberê Tevgera Îslamî ya Kurdistanê kir.
K24- Hewlêr
Evro, Yekşembîyê, li Selaheddînê Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Mamosta Îrfan Abdulezîz Raberê Tevgera Îslamî ya Kurdistanê kir.
Li vê hevdîtinê de rewşa siyasî ya Iraq û navçeyê û pêşhatên dawî guftûgo kirin û tekez jî li ser pêwîstiya yekrêzî ya aliyên Kurdistaniyan ya ji bo derbasbûna ji gefan kirin.
Peywendiyên her dû aliyan mijareke dinê vê hevdîtinê bû.