Perlemana Kurdistanê sikalayê dijî yasa ya helbijatina parêzgehan tomar dike
Evro (Komîteya Deverên Kurdistanî li derveyê rêveberîya hikumeta Herêma Kurdistanê) di Perlemana Kurdistanê de li Dadgeha Fedral, sikalayek dijî yasa ya helbijartina Civata Parêzgehan tomar kir.
K24- Hewlêr
Evro (Komîteya Deverên Kurdistanî li derveyê rêveberîya hikumeta Herêma Kurdistanê) di Perlemana Kurdistanê de li Dadgeha Fedral, sikalayek dijî yasa ya helbijartina Civata Parêzgehan tomar kir.
Ciwan Yûnis Rojbeyanî, seroka Komîteya deverên Kurdiswtanî yên derveyê rêveberîya Herêma Kurdistanê bi Kurdistan 24 re ragehand: Yasa Helbijartina Civata Parêzgehan, li madde ya 16 behsa wê yekê dike ku hevwelatîyê her parêzgehekê, eger di nav parêzgehê de nebe, nekare deng bide. Evê yekê jî ziyan bo Kurdan heye. Çunku piştî 16yê Oktoberê, rêjeyek mezin ji xelkê Kerkûkê û deverên Kurdistanî aware bûne û li Hewlêr û derdorê wê akincî bûne, bi vî awayî jî mafê Kurd di wê helbijartinê de dihêt pêşêlkirin.
Gor jî: Wek Komîteya Deverên Kurdistanî yên derveyê Herêma Kurdistanê, me biryar da rêkarên yasayî bigrîne ber dijî wê maddeyê daku bihêt helweşandin. Çunku pêşêlkirina destûrêye. Bo evê mebestê jî me parêzerek destnîşan kirîye birîkarnameyê me daye wî , evro li Dadgeha Fedral a Îraqê sikalayê tomar dikîn.
Amaje bi wê yekê jî da: Bi her awayekê be divêt berî helbijartinan ew madde bihêt helweûandin, neku rêjeyeke mezin ji hevwelatîyên Kurd ji dengdanê bê behir dibin.