Bi biryara Adil Ebdulmehdî, wezaareta Pêşmerge nwênerê xwe dê hebe di fermandeya operasyonên hevpişk de dibe
Li gor fermanekê ku wajû ya Adil Ebdulmehdî, fermandarê giştîyê hêzên çekdarên Îraqî li sere û wêneyek wê bi dest Kurdistan24 kevtîye.
K24- Hewlêr
Li gor fermanekê ku wajû ya Adil Ebdulmehdî, fermandarê giştîyê hêzên çekdarên Îraqî li sere û wêneyek wê bi dest Kurdistan24 kevtîye.
Adil Ebdulmehdî, biryara daye careka din kilêşeya fermandeya opersayonên hevpişik careke dî bihêt darijtin û wezareta Pêşmerge jî wek her dezgeheke din a ewlehîyê nwênerê xwe hebe di wê fermandeyê de.
Wek di wê fermanê de hatîye, fermandeya opersyona hevpişik rasterast li jêr fermana Adil Ebdulmehdî dibe û Ebdulemîr Yarûllah jî cêgirê supasalarê Îraqê, cûgirê Ebdulmehdî dibe.
Herweha di wê fermanê de, amaje bi wê yekê jî kirîye ku ev alîyên xwarê nwêner û endamên xwe di wê fermandeyê de dê hebin, bi wê mercê pileyên wan ji lîwa Rukin û rêvebrê giştî kêmtir nebin.
- Wezareta Berevanîyê.
- Wezareta Navxweyî
- Dezgeha dije Teror
- Dezgeha Hewalgirîya Nîştîmanî
- Fermandeyî ya Hêzên Hişkayîyê
- Fermandeyî ya Berevanîya Asmanî
- Fermandeyî ya Firokevanîya Supay
- Fermandeyî ya Hêzên Asmanî
- Wezareta Pêşmerge
- Desteya Heşda Şeibî
- Desteya Heşda Şeibî
.jpg)
.jpg)
.jpg)