Berhem Salih serdana Hewlêrê dike
Serokomarê Iraqê Berhem Salih îro bi serdaneke fermî serdana Hewlêrê dike û ligel berpirsên pilebilind ên Herêma Kurdistanê dicive û çend pirsên girîng guftûgo dike.
K24 – Navenda Nûçeyan
Serokomarê Iraqê Berhem Salih îro bi serdaneke fermî serdana Hewlêrê dike û ligel berpirsên pilebilind ên Herêma Kurdistanê dicive û çend pirsên girîng guftûgo dike.
Li gor zanyariyên K24ê, îro danê êvarê Serokomarê Iraqê Berhem Salih bi riya Firokxaneya Navdewletî ya Hewlêrê bi serdaneke fermî digihe Herêma Kurdistanê.
Serokomarê Iraqê di hevdîtinên xwe bi berpirsên pilebind ên Herêma Kurdistanê re pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de mane û rewşa navçeyê guftûgo dike.
Piştî beşdariya di rêûresma sûndxwarina Nêçîrvan Barzanî wek Serokê Herêma Kuridtsanê, ev duyem serdana Serokomarê Iraqê Berhem Salih ji paytexta Herêma Kuridstanê re dibe.
S. B