Li Efrînê teqîn.. 3 zarok bûne qurbanî
Li Efrînê di encama teqîna bombeyeke vedayî 3 zarok bûn qurbanî û malek şewitî.
K24 – Navenda Nûçeyan
Li Efrînê di encama teqîna bombeyeke vedayî 3 zarok bûn qurbanî û malek jî şewitî.
Jêderekî ji nava Efrînê ji K24ê re da zanîn, îro bombeyeke vedayî li taxa Vêlat a Efrînê teqiya û di encamê de zarokekî canê xwe jidest da û 2 zarokên din jî birîndar bûn.
Wî jêderî diyar kir, di encama teqînê de agir bi malekê ket û xwediyê malê tûşî bihntengiyê bû û ji bo nexweşxaneyê hat veguhastin.
Ji dema dagîrkirina Efrînê ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ve, rewşa ewlehiya Efrînê têk çûye û çend rojan teqînek rû dide û welatiyên sivîl dibin qurbanî.
Roja Îna bûrî jî otombîleke bombekirî li nava Efrînê teqiyabû û di encamê de 2 kesan canê xwe jidest dabû û zêdetir ji 10 kesan birîndar bûbûn.
S. B