Berhem Salih gehişte Hewlêrê

Berhem Silih, serok komarê Îraqê û Fûad Husên, cêgirê wezîrê darayî ya Îraqê gehiştine Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê û biryare li gel berpirsên bilindên Herêma Kurdistanê kom bibin û çend pirsekan gengeşe bikin.

K24- Hewlêr

Li gor zanyarîyên Kurdistan24, di kombûnên xwe de li gel berpirsên bilindên Herêma Kurdistanê, pirsên helawîstî yên di navbera Hewlêr û Bexdayê gengeşe dikin û gotûbêjan derbarê rewşa deverê dikin.

Her li ser evê yekê, wezîrê navxweyî yê Herêma Kurdistanê bi mêdyayan ragehand: Serok komar li gel serokê Herêmê û serokê hikumeta Herêma Kurdistanê û serokatîya perlemanê kom dibe û seredana serok Barzanî jî dike.