Bi amadebûna serokê Herêma Kurdistanê perde li ser peykerê Gandî hat rakirin
Di rêresmekê de bi amdebûna Nêçrvan Barzanî, serokê Herêma Kurdistanê û wezîr û berpirsên bilndên hikumetê perde li ser peykerê Mihatima Gandê hat rakirin.
K24- Hewlêr
Di rêresmekê de bi amdebûna Nêçîrvan Barzanî, serokê Herêma Kurdistanê û wezîr û berpirsên bilndên hikumeta Herêma Kurdistanê, perde li ser peykerê Mihatima Gandî hat rakirin.
Di wê rêresmê de, Vêrmavalî Moralî Deharan, wezîrê Dewleta Hindistanê bo karûbarên derveamade bû. Ew peyker di nav yek ji baxçeyên Parka Samî Ebdulrehman hate danan.
Nûçegehana Kurdistan24 ragehand: Peykerê Gandî her sal li welatekê dihêt danan û bo ev sal jî bajarê Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê hatîye helbijartin bo danana wî peykerî.