Tirkiye li Efrînê berdewame li ser girtin û sepandina zindanîkirinê bi ser welatîyan re

Dezgeha Hewalgirîya Tirkiyê (MÎT) , li Efrînê 9 welatî binçavkirin û bo 11 kesên ku berê jî hatbûn girtin, 3 car sizaya zîndanîkirina heta heta dihêt xwestin.

K24- Hewlêr

Dezgeha Hewalgirîya Tirkiyê (MÎT) , li Efrînê 9 welatî binçavkirin û bo 11 kesên ku berê jî hatbûn girtin,  3 car sizaya zîndanîkirina heta heta dihêt xwestin.

 Parêzgarîya Hatayê daxuyakirin, MÎT û polîsên Tirkiyê, li Efrînê operasyonek dijî şaneyeke YPGyê encamdane 9 kes hatîne binçavkirin.

Herwha ragehandîye,  ku ew kesên hatîne binçavkirin, tivengek M-16, hinek fîşek û hinek belgeyên rêxistinê jî hatîne desteserkirin.

Ji alyeke din, doza 11 welatîyên Efrînê ku, salekê berî niha li Raco hatibûn girtin, li Tirkiyê li dadgeha sizaya giran ya Hatayê birêve çû.

Di dozê de 11 welatîyên Efrînê hatîne tuhmetbarkirin bi kuştina dû leşkerên artêşa Tirkiyê di dema şerê Efrînê de.

Bo 7 girtîyan daxwaz dihêt kirin sê caran sizaya hetahetayê bi ser wan re bihêt sepandin û bo çar girtî yên din jî daxwaz dihêt kirin her yek bi 15 salan bihên zîndanîkirin bi tuhmeta endamîyê di rêxistna terorî de.