Pirsgirêka xwîndina penaberên rojava li Herêma Kurdistanê
Rêxistîa Neteweyê Yekbûyî li başûra Kurdistanê alîkarîyên abûrî bo xwîndingeha penaberan ragirtîye, evê yekê jî pirisgirêkeke mezin li ba xwîndkarên penaber durist kirîye. bi mebesta çareserkirina evê pirisgirêkê, şandeke Yekîtîya xwîndkar û Ciwanên Demokrata Kurdistanê ya rojava li gel wezîrê perwerde ya Herêma Kurdistanê civyan.
K24- Hewlêr

Rêxistina UNSÊF yê ser bi Netewên Yekbûyî ve, bi biryara xweyî rawestandina alîkariyên darayî ji bo Dibistanên penaberên Rojava yên ku li Başûrê Kurdistanê dimînin, astengiyeke mezin li pêş xwendevanên penaber çê kirî ye,
Malbatên xwendevanan bi va biryara UNê perîşan bûne û nizan ji bo zarokênx we çibikin û ber xwe bidin kur,
tenê tişê ku li cem xwendekaran û malbatên wan mayî, hêvî û daxezin,
Piştî ew biryara UNê wezareta Perwerdeya Herêma Kurdistanê jî , biryara cîbicîkrina Pergala xwedninê bi şêwezarê Kurdiya Soranî ji bo xwedekarên asta bineretî yên penaberên Rojava derkir, vê yekê jî astengî hîn mezin kir ji aliyekî ve mamstyên penaber ji karê xwe bê par man, û ji aliyekî din ve jî asteniya rêbaza xwedinê li pêş zarokan xwendekar derket,
Ji bo gihiştina rêçareyeke gucayî di vê derbarê de, şandeke Yekîtiya Xwendevan û Ciwanên Demoqratî Kurdistanî Rojava, li Herêma Kurdistanê li gel wezîrê Perwerdeya Herêma Kurdistanê civiyan û komîteyek ji bo vê pirsgirêkê sazkirin, Berprisê wê şandinê jî soza çkirina vê pirsgirêkê dide malbat û xwendekarên penaberên Rojava,
Ji sala 2012eyan ve xwendekarên asta bineretî yên Pernaberên Rojava li Başûrê Kurdistanê bi alîkariya UN û bi hemahengiya wezareta perwerdeyê xwedina xwe dikin, û heya niha 56 dibistan û nêzikî 33 hezar xwenvanên penaberên Rojavayê Kurdistanê li Başûr hene.