Doza Demîrtaş li Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê destpê dike

Doza hevserokê berê ye HDPê Selahatîn Demîrtaş li Strasburga Fransayê di Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê de hat destpêkirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Doza hevserokê berê ye HDPê Selahatîn Demîrtaş li Strasburga Fransayê di Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê de hat destpêkirin.

Di Dadgeha Bilind ya Ewropayê de 17 dadwer dê guhdarî parêzerên Komara Tirkiyê û parêzerên Selahatîn Demîrtaş bikin.

Di dadgehê de nûnerên komeleyên mafê mirovan wek aliyê 3emîn û çavdêrên bêalî beşdar in û dadwer dê li nêrînên wan jî guhdar bikin.

Beriya doza Demirtaş destpê bike, li ser navê partiyên çep ên Parlamena Ewropayê daxûyaniyek hat dayîn û tê de hat, girtina Demîrtaş siyasî ye û ji aliyê Serokomarê Tirkiyê ve ew hatiye desteserkirin û ew hêvî dikin ku Demîrtaş zutirîn dem de were serbest kirin.

Di 2ê îlonê de, Dadgeha Enqereyê biryara azadkirina Demîrtaş da bû, lê Serdozgeriya Komarî ya Enqereyê nerazîbûn nîşan da bû. Dadgeha Enqereyê, nerazîbûna dozgeriyê bi yekdengî red kiribû û carek din biryara azadkirina Demîrtaş dabû. 

Herçend Dadgeha Enqerê biryara serbest berdana Demîrtaş dabe jî, jiber cezayê wî yê berê, ku bi tometa propagandeya PKKê 4 Sal û 8 meh ceza li wî hatiye birîn, di zindanê de dimîne.

 

S. B