Dilewer Aladîn: Li cem lêkolîn bûye babeta ciwankariyê

Serokê Dezgeha MERI a Lêkolînan Dilewer Eladîn ragihand, lêkolîn li welatê me bûye babeteke ciwankariyê, ne ku babeteke pêwîstiya jiyanê.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê Dezgeha MERI a Lêkolînan Dilewer Eladîn ragihand, lêkolîn li welatê me bûye babeteke ciwankariyê, ne ku babeteke pêwîstiya jiyanê.

Di çarçova beşdariya di Yekem Konferansa Navdewletî ya Zanistên Bijîşkî ya Herêma Kurdistanê li bajarê Hewlêrê de Serokê Dezgeha MERI a Lêkolînan Dilewer Eladîn got: “Dema wê yekê hatiye her aliyek piyên xwe vemale û warê lêkolînê bipêş bixin.”

Herwiha got: Ev ne tenê berpirsatiya lêkolîner û zanîngehan e, belkû berpirsatiyeke giştî ye û divê serxane û jêrexaneya zemîneyî lêkolînan amade bikin û handana ji bo wê hebe, divê zanîngeh jî keşa lêkolînan pêşkêş bikin û berpirsatiyên pêwîst bigirine ber.

Dilewer Aladîn behsa wê jî kir, lêkolîn bersiva pirsên girîng in, ne ji bo bilindkirina pileyê û ji bo xatirê wê lêkolîn hebe.

Îro bi sponseriya medyayî ya Kurdistan24ê Yekem Konferansa Navdewletî ya Zanistên Bijîşkî ya Herêma Kurdistanê li bajarê Hewlêrê dest bi karên xwe kir.

Di konferansê de 6 zanîngeh beşdar in, 4 zanîngeh ji Herêma Kurdistanê, zanîngehek ji Komara Îslamî ya Îranê û zanîngehek ji Fînlendayê tê de beşdar in.

Zêdetir ji 236 lêkolîneran di konferansê de beşdar in, her yek bi lêkolîneke cuda di warên bijîşkî de pêşkêş dike, piştre ew encam û rasperde di raportekê de tên komkirin û ji bo wezaretên pêwendîdar ên Herma Kurdistanê tên dayîn.

 

S. B