Ragehandinek ji wezareta navxweyî ya hikumeta Herêma Kurdistanê

Wezareta navxweyî ya hikumeta Herêma Kurdistanê derbarê rêgirtinê ji seredana Mehmûd Sengawî, endamê Mekteba Sîyasî ya Yekêtî ya Nîştîmanîya Kurdistanê bo Hewlêrê ragehandinek belavkir.

K24- Hewlêr

Wezareta navxweyî ya hikumeta Herêma Kurdistanê derbarê rêgirtinê  ji seredana Mehmûd Sengawî, endamê Mekteba Sîyasî ya Yekêtî ya Nîştîmanîya Kurdistanê bo Hewlêrê ragehandinek belavkir.

Di ragehandinê de hatîye: Li xala pişkinîna Dola Simaqolê, bûyereke nexwaztî rûdaye ku ti biryar û rasparte li pişt wê nîne.

Herweha hatîye: Bo revandina nîgerînyên Mekteba Sîyasî Yekêtîya Nîştîmanîya Kurdistanê û rêgirtinê ji dûbarebûna van corên bûyeran  vekolîneke hûr dikîn.

Deqa ragehandinê:

Evro Pêncşembîyê, 19/9/2019 di dema hatina Mehmûd Sengawî, endamê Mekteba Sîyasî Yekêtîya Nîştîmanîya Kurdistanê bo parêzgeha Hewlêrê, li xala pişkinîna Dola Simaqolê bûyereke nexwaztî rû da ku ti biryar û rasparte li pişt wê yekê nîne. Lew bo verevandina nîgerînîyên Mekteba sîyasî ya Yekêtîya Nîştîmanîyaq Kurdistanê û rêgirtin ji dûbarebûna van corên bûyeran, vekolîneke hûr encam didîn û xwelkê Kurdistanê dilnîya dikîn hemû hewlên me di rêyên hatûçûnan de bo dabînkirina ewlehîya ser û samanên hevwelatîyane.

Wezareta navxweyî

Hikumeta Herêma Kurdistanê

19/9/2019