Nûrî Heme Elî: Xelik dipirsin baregehên PDK û Kurd kengî dê vegerin Kerkûkê
Berpirsê Mihwera Rojavaya Kerkûkê, Nûrî Heme Elî, ragahend, vegeran Pêşmerge bo Kerkûkê girêdayî ye bi encamdana danûstandinên Hewlêr û Bexdayê.
K24- Hewlêr
Berpirsê Mihwera Rojavaya Kerkûkê, Nûrî Heme Elî, ragahend, vegeran Pêşmerge bo Kerkûkê girêdayî ye bi encamdana danûstandinên Hewlêr û Bexdayê.
Got jî: Pêwîste ew hêzên zêde yên hatîne sinûrê Kerkûkê vegerin deverên xwe yên berê.
Xuya jî kir, di çend rojên burî de, fermanek hatîye, ku 250 hezar Donim zevîyên çandinê yên cotyarên Kerkûkê, ku berê dabûne dezgehên dewletê, careke din vegere bo dewletê.
Herweha got: Ew pirsyara xelkê gelek giringe, ku ser hebûna alîyên din li Kerkûkê, pirsyara wê yekê dikin Partî û Kurd kengî dê vegerin Kerkûkê.