Asta bilind a bûyerên şewat û xeniqînê li Herêma Kurdistanê hat tomarkirin

Erşîf
Erşîf

Navenda Nûçeyan (K24) – Birêveberiya Giştî ya Berevaniya Sivîl a Herêma Kurdistanê nûtirîn amara fermî ya girêdayî bûyerên şewat, xeniqîn û hawarhatinên cuda cuda ragihand. Li gorî wê amarê, bi hezaran bûyer û bi dehan dozên kuştinê li seranserî Herêmê hatine tomarkirin.

Berdevkê Berevaniya Sivîl a Herêma Kurdistanê Serkeft Kareş îro Çarşem, 07ê Cotmeha 2026ê, taybet ji malpera Kurdistan24ê re ragihand ku tevahiya bûyerên tomarkirî di îsal de gehiştiye 12 hezar û 963 bûyerên cuda cuda. Ji wê hejmarê jî, 10 hezar û 169 ji wan dozan tenê bûyerên şewatê bûn, li seranserî bajar û deverên Herêma Kurdistanê.

Di derheqa zirarên canî de, Berdevkê Berevaniya Sivîl a Herêma Kurdistanê ragihand ku 78 dozên xeniqînê di çavkaniyên avê de hatine tomarkirin, hevdem ji tevahiya bûyerên cuda cuda 61 kesan canê xwe ji dest daye.

Ji aliyê parvebûna cografî û cûnên bûyeran ve jî, Serkeft Kareş ragihand ku Parêzgeha Dihokê li ser astê Herêma Kurdistanê ji bo zêdetirîn tomarkirina bûyeran li rêza yekê bûye.  Ji aliyekî dî ve jî, li Parêzgeha Hewlêrê bûyerên şewatên malan li rêza yekê ya cûnên agiran de bûye. Tevî wê yekê jî, ziraraka berçav gehiştiye alavên veguhastinê û şewitîna 608 timbêlan ji ber sedemên cuda cuda hatiye tomarkirin.

Salane ligel hatina demsala Havînê û bilindbûna berçav a pileyên germayê, bûyerên şewat û xeniqînê li Herêma Kurdistanê bi rengekî berçav ber bi zêdebûnê ve diçin, li gorî şopandin û raportên berê yên Berevaniya Sivîl.

Her car pareka mezin ji sedemên derketina agiran şortên elektrîkê ye, ku zêdetir ji nîva bûyeran pêk tîne. Ev yek jî ji ber xirabiya torên parvekirina elektrîkê û bikaranîna kelûpelên bêkalitî ye, tevî kêmpabendbûna sûkên gelêrî, embar û avahiyan bi sîstem û şertên silametî û berevaniya sivîl.

Di derheqa bûyerên xeniqînê de jî, piraniya van bûyeran di demsala geştyariyê de di çavkaniyên avê, rûbar û bendavan de tên tomarkirin. Serekîtirîn sedemên wan melevanîkirina li deverên qedexekirî û xeter û neşarezahiya welatiyan di melevaniyan de tevî hişyariyên berdewam.

Herwesa li ser şewatên timbêlan di van salên dawiyê de jî, ev diyarde li ser cadeyan zêdetir bûye. Pispor û tîmên rizgarkirinê sedema wê ji bo destkarîkirina neprofesyonelane ya sîstemê elektrîkî yê timbêlan, pirsgirêka sîstemê sotemeniyê û germaya dijwar a demsala Havînê vedigerînin.