Bo lîsta hevpişik a Kerkûkê alîyên Kurdistanî li Hewlêrê kom dibin
Alîyên sîyasî yên Kurdistanî gengeşe ya pêkanîna lîsteke hevpişka Kurdistanî dikin bo helbijartina parêzgehên Îraqê.
K24- Hewlêr
Alîyên sîyasî yên Kurdistanî gengeşe ya pêkanîna lîsteke hevpişka Kurdistanî dikin bo helbijartina parêzgehên Îraqê.
Derbaz Mehemed, endamê Xane ya Raperandina Bizava Gorranê ragehand: Roja Şembîyê, 11 partî û alîyên Kurdistanî li bajarê Hewlêrê dicivin.
Derbaz Mehemed got jî: Alîyên Kurdistanî gotûbêjan dikin derbarê yek helwêstî û pişikdarîyê di helbijartina parêzgehên Îraqê û pêkanîna lîsteke hevpişka alîyên Kurdistanî.
Biryare li roja 1/4/2020 helbijartina Civata parêzgehên Îraqê birêve biçe û li Kerkûkê jî bihêt encamdan.