PDK li Silêmanîyê: Heya niha alîyên peywendîdar ti ruhinkirin neragehandîne

Eta Şêx Hesen, gotebêjê Civata Sekirdatîya Partîya Demokrata Kurdistanê (PDK) li Silêmanîyê û Helebce ragehand: Heya niha alîyên peywendîdar li Silêmanîyê ti ruhinkirin derbarê teqekirina şeva buhirî li baregeha PDKyê li Silêmanîyê ne ragehandîne.

K24- Hewlêr

Eta Şêx Hesen, gotebêjê Civata Sekirdatîya Partîya Demokrata Kurdistanê (PDK) li Silêmanîyê û Helebce ragehand: Heya niha alîyên peywendîdar li Silêmanîyê ti ruhinkirin derbarê teqekirina şeva buhirî li baregeha PDKyê li Silêmanîyê ne ragehandîne.

Di hevpeyvînekê de bo malpera Kurdistan24, Eta Şêx Hesen, gotebêjê Civata Sekirdatîya PDKyê li Silêmanîyê û Helebce, got:  Erkê alîyên ewlekarîyê û desthilatdarên xwecihî yên Silêmanîyê ye ruhinkirinê bidin û wan destan aşkere bikin ewên divên rewşê têk bidin.

Got jî: Pêwîste hêzên ewlekarîyê wan destan vebînin, ewên aştîya civakî û akincîya sîyasî û wan binemayan lawaz dikin ku hikumeta bihêz li ser wê dihêt avakirin. Divêt vekolînên ciddî li bûyerê bihêt kirin.

Xuya jî kir, teqekirin li baregeha liqa çar a PDKyê, hêrişkirine bo ser serwerîya PDKyê li Silêmanîyê û PDK jî pişkek ne veqetandîye ji pêkhatîya civakî û sîyasîya Silêmanîyê û 12% xelkê wî bajêrî deng dayne PDKyê.

Herweha dûpat kir, Erkê paraztina baregeh û canên berpirs û kadirên PDKyê li Silêmanîyê di stûyê hêzên ewlekarîyê de ye.

 Aşkere jî kir, PDKyê li Silêmanîyê sikalayê tomar dike û divê dûvçûnên ciddî jî bo bihêt kirin.

Amaje bi wê yekê jî da, polîs û alîyên peywendîdar seredan cihê bûyerê kirîne û bi wan re ragehandîne ku rûpelên vekolîn dê vekin, lê heya niha ti rûhinkirin  neragehandîne û ti axivtin nekirîne.

Direngê şeva buhirî, çend çekdarên nenasyayî, teqe li baregeha Liqa çar a PDKyê li Silêmanîyê kirin û dûv re jî revîyane.