Mekteba Sîyasî ya Yekêtîya Niştîmanîya Kurdistanê bo gengeşekirina çend pirsan kom dibe
Biryare evro, Mekteba Sîyasî ya Yekêtîya Nîştîmanîya Kurdistanê li Silêmanîyê bo gengeşekirina çend pirsekena kom dibe.
K24- Silêmanî
Biryare evro, Mekteba Sîyasî ya Yekêtîya Nîştîmanîya Kurdistanê li Silêmanîyê bo gengeşekirina çend pirsekena kom dibe.
Nûçegihanê Kurdistan24 li Silêmanî ragehand, ku biryar bû ew kombûn, evro demjmêr 11:00yê sipêdê destpêbike, lê het bidawîxistin bo demjmêr 6:00ê êvarî.
Got jî: Biryare di kombûnê de, gotûbêj bihên kirin derbarê rêkkevtina sîyasî li gel Partîya Demokraata Kurdistanê (PDK).
Herweha got: Pirsa Parêzgeha Kerkûkê jî dihêt behskirin û helwêsta dawîyê ya YNKyê di mijarê de bo raya goiştî û PDKyê aşkere dike.
Kombûna evro ya YNKyê piştî wê yekê dihê ku biryar bû, ew kombûn li Hewlêrê bihêt encamdan, lê hat bidawîxistin bo evero, cihê kombûnê jî hat veguhaztin bo Silêmanîyê.