Îraq red dike bernameya kirrîna Mûşekên S400 hebe

Balyozê Îraqê li Rûsya kirrîna Mûşekên S400 ji alîyê welatê xwe ve red dike.

K24- Hewlêr

Balyozê Îraqê li Rûsya kirrîna Mûşekên S400 ji alîyê welatê xwe ve red dike.

Di hevpeyvîneke rojanamevanî de li Moskoyê, Heyder Mensûr Hadî, balyozê Îraqê li Rûsya red dike welatê wî hewla kirrîna mûşekên S400 bide.

Balyozê Îraqê li Rûsya ragehand, ti danûstandin di navbera Bexda û Moskoyê de nîne derbarê kirrîna wê core sîstema berevanîyê. Belê amaje bi hevahengîya berdewam di navbera herdû alîyan kir derbarê berengarbûna terorê.

Berê jî çend serkirdeyên Heşda Şeibî, amaje bi hewlên Îraqê dabûn bo kirrîna Sistema Mûşekî ya S400ê.

Tirkiye bi kirrîna Sîstema S400ê girjî kevte di peywendîyên wê de li gel Emerîkayê û Emerîakayê çend caran gefa sepandina sizayên abûrî kir bi ser bi ser Tirkiyê re.