Li Riha û Dîlokê her cure çalakî hatin qedexekirin

Li bajarê Riha û Dîlokê yên Bakurê Kurdistanê ji bo 15 rojan her cure çalakî hatin qedexekirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li bajarê Riha û Dîlokê yên Bakurê Kurdistanê ji bo 15 rojan her cure çalakî hatin qedexekirin.

Parêzgeriyên her du bajaran Riha û Dîlokê ragihandin, heta 5ê Cotmehê wan her cure çalakî qedexe kirine.

Li gorî daxûyaniyan, çalakiyên wek xwepêşandan, meş, çalakiyên rûniştinê, belavkirina belevokan, grevên birsîbûnê, daliqandina posteran û kombûn ji 20ê Îlonê heta 5 Cotmehê, hatine qedexekirin.

Sedema vê qedexeyê, ji bo çalakiyên HDPê tê nîşandan, ku li dijî danîna qeyuman li tevahîya bajarên Bakurê Kurdistan û Tirkiyê  xwepêşandan berdewam dike.

 

S. B