Li Efrînê grûpeke çekdar destavên girtîgehan bi zarokan pak dikin

Girtevîdyoyek li ser torên civakî hatiye belavkirin û tê de endamên Polîsa Medenî zorê li zarokên Efrînê dikin, destavên girtîgehekê bi destê xwe pak bikin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Girtevîdyoyek li ser torên civakî hatiye belavkirin û tê de endamên Polîsa Medenî zorê li zarokên Efrînê dikin, destavên girtîgehekê bi destê xwe pak bikin.

Navenda Medyayî ya Efrînê girtevîdoyek li ser rûpela xwe ya torên civakî belav kir û da zanîn, endamên Polîsa Medenî ya navçeya Şera ya Efrînê zarokên temen 11 ta 15 saliyê neçar dikin ku destavên girtîgeheke navçeya Şera pak bikin.

Belavbûna vê girtevîdyoyê karvedaneke mezin li tora civakî li dû xwe anî û çalakvanan gotin, ev kiryar ne mirovane kîna Polîsa Medenî û grûpên çekdar ên Efrîn dagîr kirine li dijî Efrîniyan diyar dike.

Piştî belavbûna vê vîdyoyê, Polîsa Medenî di daxuyaniyek de ev kiryar pi]trast kir û ew  bi zêdegaviyeke takekesî binav kir û lêpirsînê bi kesên ev kar kirine re bike.

Polîsa Medenî da zanîn jî, ev vîdyo berî 3 mehan roja 17. 6. 2019an hatiye tomarkirin.

 

 

S. B