Hevpeymanan 150 barhilgirên leşkerî şandin navçeyên HSDê

Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê 150 barhilgir alîkariyên leşkerî derbasî navçeyên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) kirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê 150 barhilgir alîkariyên leşkerî derbasî navçeyên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) kirin.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, Hevpeymaniya Navdewletî 150 barhilgirên nû yên alîkariyên leşkerî û lojistî derbasî navçeyên HSDê li rojhilatê Firatê kirin.

Şandina van alîkariyên leşkerî û lojistî ji hêzên HSDê re di demekê de ye, Tirkiyê û Amerîka li ser pêkanîna herêma ewle li Rojavayê Kurdistanê û rojhilatê Firatê li hev kirine û çend gerên hevbeş ên esmanî bo çavdêriyê gundewarê Girê Sipî encam dan.

Li gor zanyariyên Rewangehê, ji dema kontrolkirina bajarokê Baxozê ji destê DAIŞê di 23ê Adara bûrî de û ta niha Hevpeymaniya Navdewletî 28 karwan alîkerên leşkerî ku ji bêhtir ji 3500 barhilgir pêk tê derbasî navçeyên HSDê kirine.

 

S, B