Mizrakli: Me proje li gor berjewendiyên civakî birêve dibirin
Serokê Şaredariya Mezin yê Diyarbekirê Adnan Selçûk Mizrakli, xebat û projeyên ku di 4 mehan da birêve biriye û nîvco mane, bi rêya çapameniyê ragihand.
K24 – Navenda Nûçeyan
Serokê Şaredariya Mezin yê Diyarbekirê Adnan Selçûk Mizrakli, xebat û projeyên ku di 4 mehan da birêve biriye û nîvco mane, bi rêya çapameniyê ragihand.
Hevserokê Şaredariya Mezin yê Diyarbekirê yê ji kar hatiye dûrxistin û di ciyê wî da qayim hatibû danîn Adnan Selçûk Mizrakli, ragihand ku gelek xebat û projeyên wan yên çandî û civakî ku xwestine bi parêzgarî, Rêvebiriya perdehiyê ya Diyarbekirê ve birêve bibin jî hatine asteng kirin û wan saziyan ji bo hevkariyê erênî bersiv nedane.
Mizrakli di axaftina xwe da rexne li şêwaza birêvebirina qayiman kir û da zanîn, weka ku tu kes nikaribe ji wan hesab bipirse, karên bê hiqûqî kirine û derfetên civakê ji bo alîgirênx we pêşkêş kirine.
Mizrakli anî ziman ku qayim tu car nabe serok û rêvebirê gel ji ber ku ew ji aliyê gelve nehatine bijartin û bi awayekî ne rewa nehatine danîn.
Adnan Selçûk Mizrakli ragihand, ku wî hemû karên xwe bi rêk û pêk kiriye û dikare bi hêsanî hem hesav bide gel, hem jî bide daraz û hiqûqê.
S. B