Tirkiye: Firokeyan li bingehên PKKê li Heftanînê dan

Arteşa Tirkiyê bingehên PKKê yên li Heftanînê bombebaran kirin û li gor Wezareta Bergîriyê ya Tirkiyê 7 gerîlayên PKKê canê xwe ji dest dane.

K24 – Navenda Nûçeyan

Arteşa Tirkiyê bingehên PKKê yên li Heftanînê bombebaran kirin û li gor Wezareta Bergîriyê ya Tirkiyê 7 gerîlayên PKKê canê xwe ji dest dane.

Wezareta Bergîriyê ya Tirkiyê ragihand, firokeyên wan ên şerî bingehên PKKê yên li Heftanînê bombebaran kirine û di encamê de 7 gerîlayên PKKê canê xwe ji dest dane.

Arteşa Tirkiyê di 27ê Gulana bûrî de li Xakurkê li dijî gerîlayên PKKê operasyoneke bi navê Pençe 1 dabû destpêkirin, roja 24ê Tebaxê jî li Heftanîn û Sînatê dest bi operasyonê “Pençe 3” kiribû.

Ji aliyekî din ve, Wezareta Navxwe ya Tirkiyê ragihand jî, li bajarokê Berwarî yê girêdayî bajarê Sêrtê di encama operasyoneke esmanî de 5 gerîlayên PKKê canê xwe ji dest dane.

Hêzên Parastina Gel (HPG) jî ji aliyê xwe da zanîn, gerîlayên wan li bajarê Colemêrgê bi êrîşeke berfireh 5 leşkerên Tirkiyê kuştine.

 

S. B