Serbazgheke dî ya Heşda Şebî hat burdûmankirin
Çavkanîyeke ewlekarîyê li parêzgeha Enbarê li rojavaya Îraqê, evero ragehand: Serbazgeheke dî ya Heşda Şeibî ji alîyê firokeyên nenasyayî hat burdûmankirin.
K24- Hewlêr
Çavkanîyeke ewlekarîyê li parêzgeha Enbarê li rojavaya Îraqê, evero ragehand: Serbazgeheke dî ya Heşda Şeibî ji alîyê firokeyên nenasyayî hat burdûmankirin.
Wî çavkanî ragehandîye, Ew firoke nenasyayî bûye û şeva buhirî bingeha firokexane ya Muresenat li Enabrê burdûman kir.
Amaje bi wê yekê jî kir weşandina wê gurzê yek roj piştî bi dawîhatina oprasyona Îradetu Nesir dêt, Ku Heşda Şeibî pişikdarî têda kiribû.
Wî çavkanî xuya jî kir, ew serbazgeh ji alîyê lîwa ya 13 ya Heşda Şeibî ve, ku hatîye nasîn bi Lîwaya Tefûf dihêt serperiştîkir.
Ji alîyê xwe ve, Qasim Muslih, fermandeyê operasyonên Heşda Şeibî, li rojavaya Enbarê ragehand, şeva buhirî bingeha serbazîya firokexaneya Muresenat ji alîyê çavkanîyeke nenas , hatîye burdûman kirin.