Li Dêrazorê xwepêşandanên li dijî rejîma Sûriyê berdewam dikin

Rewangeha Sûriyêya Mafên Mirovan belav kirîye, li devera Hêzên Sûriya Demokrat (HSD) ji ya rêjîma Sûriyê li bakura bajarê Dêrazorê cuda dike, xwepêşandan li dijî hebûna hêzên artêşa Sûriyê û hêzên Îranî berdewamin.

K24- Hewlêr

Herweha xwepêşanderan ala ya rejîma Sûriyê li wê deverê anîne xwarê û ya HSDyê li şûna wê bilind kirine. Rewangehê ev yek jî berîya çend rojan belavkiribû ku her yek ji HSDyê û rejîma Sûriyê hêzeke zêde li wê deverê kom kirîne.