Hunermend Enwer Şêxanî koça dawiyê kir
Hunermend û şanogerê bajarê Hewlêrê Enwer Şêxanî koça dawiyê kir.
K24 – Navenda Nûçeyan
Hunermend û şanogerê bajarê Hewlêrê Enwer Şêxanî koça dawiyê kir.
Şanoger Enwer Şêxanî ji ekterên herî diyar ên li ser ekran û şanoyên Herêma Kurdisatanê bû, lê ji ber bexweşiyê di dema dawî de rawestiyabû.
Berî du mehan, Serok Barzanî pêşwazî li hunermend Enwer Şêxanî kiribû û ragihand, Enwer Şêxanî di salên bûrî bi mandûnenasî û giyanekî niştimanperwer xizmeta hunera Kurdî kiriye.
Di sala bûrî de jî li bajarê Hewlêr bi sedema 50 salî xizmeta wî di warê hunerî de rêûresmeke rêzlêgirtinê ji wî hat lidarxistin.
Wek ekter, rêvebirê berhem û derhêner, beşdarî di zêdetir ji 60 karên hunerî û şanogerî de kiriye.
Enwer Şêxanî jidayikbûna sala 1951an e û ji sala 1971an ve karê hunerî kir. Piştî 5 salan ji karê di nava rêzên Partiya Demokrat a Kurdistanê de, di Newroza 1973an de bi tometa siyasî hat girtin.
Piştre Enwer Şêxanî ji zîndanê direve û pêwendiyê bi Hêza Deşta Hewlêrê dike û dibe Pêşmerge.
Piştre di sala 1976an de bi riya helbijartinê dibe rêveberê hunera Komel û Huner û Wêjeya Kurd li Malbenda Giştî. Damezrênerê Komela Hunermendên Kurdistan/Hewlêr di 31. 3. 1991an de bû. Endamê Desteya Damezrêner a Televizyona (KTV) di sala 1992an de bû.
Herwiha endamê Desteya Damezrêner a Sendîkaya Hunermendên Kurdistanê bû û 4 salan jî wek Sekreterê Giştî jî hatibû hilbijartin.
S. B