Serokê hikumeta Herêma Kurdistanê, pêşwazî li şandeke serbazîya Emerîkayê kir

Evro, Mesrûr Barzanî, serokê hikumet a Herêma Kurdistanê pêşwazî li şandeke serbazaîya Emeîkayê kir bi serokatîya Ceneral Girîgor Kiroder.

K24- Hewlêr

Evro, Mesrûr Barzanî, serokê hikumet a Herêma Kurdistanê pêşwazî li şandeke serbazaîya Emeîkayê kir bi serokatîya Ceneral Girîgor Kiroder.

Di dîdarê de ku Şoriş Îsmayîl, weîzrê Pêşmerge û Sitîvin Feygin, konsulê giştîyê Emerîkayê li Hewlêrê amadebûn. Gotbêj derbarê dawîn pêşkewtinên Îraqê û deverê hat kirin, nemaze jî bo rûbirûbûna gefên Daişê.

Serokê hikumeta Herêma Kurdistanê, supasîya hêzêzn Emerîkayê û hêzên Hevpeymanan bi giştî kir bo hevkarîyên wan bo hêza Pêşmerge û amaje bi hevahengîya baş kir di navbera hêza Pêşmerge û hêzên Îraqê bo rûbirûbûna Daişê.

Derbarê peywendîyê li gel hikumeta Fedral,  tekez kir ku danûstandinên herêmê li ser çend astan berdewame bo çareserkirina tevaya arîşeyan li ser binemaya destûrê. Got jî:  gehiştine bi rêkkevtinê li berjewendîya hemû xelkê Îraqê ye.