Îraq û Çîn 8 rêkkevtinnameyên mezin wajû kirin

Bi armanca pêşxistina pewendîyên bazirganî di navber Îraq û Çînê de 8 rêkkevtinên mezin dê wajû bikin.

K24- Hewlêr

Bi armanca pêşxistina pewendîyên bazirganî di navber Îraq û Çînê de 8 rêkkevtinên mezin dê wajû bikin.

Şanda hikumeta Îraqê bi serokatî ya Adil Ebdulmehdî, serok wezîrên Îraq û endamînîya Fûad Husên wêzîrê darayî ya Îraqê û çendîn berpirsên Îraq û Herêma Kurdistanê, çend girêbestên bazirganî li gel hikumeta Çîn û kompanîyayên wî welatî wajûkir. Biryare jî Çîn di warê jêrxana bineretî piştîvanîya abûrîya Îraqê bike.

Hikumeta Çînê amadeyî ya xwe derbirîye ku weberhînanê di kertên cudayên Îraqê de bike û peywendîyên Bazirganî bigehîne bilindtirîn ast.

Berê jî serok wezîrên Îraqê ragehandibû, ku hewil didin asta bazirganîyê li gel Çînê bigehînin 500 milyar Dolaran.