Elmanîya dema vemana hêzên xwe li Herêmê gengeşe dike

Fermandeyê giştîyê hêzên Elmanîya li Îraqê ragehand: Perlemana welatê wî vemana hêz û rawêjakrên serbazîyên xwe li Îraq û Herêma Kurdistanê bo sala dahatî de gengeşe dike.

K24- Hewlêr

Fermandeyê giştîyê hêzên Elmanîya li Îraqê ragehand: Perlemana welatê wî vemana hêz û rawêjakrên serbazîyên xwe li Îraq û Herêma Kurdistanê bo sala dahatî de gengeşe dike.

Evro, Şoriş Îsmayîl, wezîrê Pêşmerge li hikumeta Herêma Kurdistanê, li gel Wêl Birîng fermandeyê hzên Elmanîya li Îraqê û muqedem Nîkolas, fermandeyê hêzên wan li Herêma Kurdistanê û rawêjakarên hevahengîyê li gel Elmanîya kombû.

Di kombûnê de, fermandeyê hêzên Elmanîya û tîma hevahengîy rawêjakarîyê, biryara û peyama hikumeta Elmanîyayê li ser vemana hêzên wan li Îraq û Herêmê gihande wezîrê Pêşmerge û ragehand: Em çaverê biryara perlemanê dikîn, amajeyên pesindkirina vemana hêzên me li Îraq û Herêmê zêdetire.

Wezîrê Pêşmerge stayîşa hewl û hevkarîyên berê yên hêzên Elmanîya û rêwêjakarên wê yên serbazî kir ku roleke bi bandor û berçav hebûne li bilindkirina şîyanên serbazîyên Pêşmergey.

Got jî: Çaverê biryara dirêjkirina  dema vemana hêzên Elmanîya û rawêjkarên wê dikîn. Ji alîyê me ve cihê bayex û stayîşê ye. Hevdem supasîya gel û hikumeta Elmanîya û hêzên wî welatî kir, ku tim berdewam bûne li hevahengî û hevkarîkirina gelê Kurdistanê, hikumet û hêza Pêşmerge.