Li Hewlêrê Kernevala Aştiyê ya Navdewletî birêve diçe

Bi sponseriya medyayî ya Kurdistan24ê îro 24ê Îlona 2019an li bakarê Hewlêrê Kernevala Aştî ya Navdewletî birêve diçe.

K24 – Navenda Nûçeyan

Bi sponseriya medyayî ya Kurdistan24ê îro 24ê Îlona 2019an li bakarê Hewlêrê Kernevala Aştî ya Navdewletî birêve diçe.

Kernevala Aştî ya Navdewletî îro demjimêr 18:00 li hola Seid Ebdula birêve diçe û grûpa Kamkaran konserterkê pêşkêş dike û stranan bo aştiyê dibêje.

Di kernevalê de hunermendên navxweyî û biyanî bi çendîn zimanên cuda karên xwe yên hunerî pêşkêş dikin û peyamnên aştiyê didin.

Roja 22ê vê mehê di roja Aştiyê ya Cîhanî de, Kernevala Aştiyê ya Navdewletî bi sponseriya medyayî ya Kurdistanê li bajarê Silêmaniyê birêve çûbû û çalakiyên curbicur hatin pêşkêşkirin û tekezî li ser aştiya di navbera gelan de kirin.

Roja Aştiyê ya Cîhanî ji sala 1982an ve ji aliyê Netewên Yekgirtî ve hatiye ragihandin, ji wê demê ve jî li seranserî cîhanê ev roj bibîr tê û li Kurdistanê jî salane bi vê boneyê peyama aştiyê tê dayîn.

 

 

S. B