Amerîka pêşniyazeke nû bo F-35 û Patrîot dide Tirkiyê
Amerîka di derbarê firokeyên F-35 û mûşekên Patrîot de pêşniyazeke nû li Tirkiyê dike.
K24 – Navenda Nûçeyan
Amerîka di derbarê firokeyên F-35 û mûşekên Patrîot de pêşniyazeke nû li Tirkiyê dike.
Li gor nûçeyên medyaya Tirkiyê, Balyozê nû yê Amerîkayê li Tirkiyê David M. Satterfield berî niha sê rojan li Koşka Serokomariyê agahî dane berpirsên Enqerê û gotiye: Amerîka dê nameyekê bo Tirkiyê birê bike û pêwendiyên xwe nerm bike.
Balyozê Amerîkayê da zanîn, ew name di derbarê firokeyên F-35 û mûşekên Patrîot de pêşniyazên nû pêşkêşî Tirkiyê dike.
Herwiha di nameya Amerîkayê de gavên wisa hene ku dê qabereya bazirganiyê ya di navbera Tirkiye û Amerîkayê de ji 20 milyar Dolaran ber bi 100 milyar Dolaran ve bibe.
Rageşî di navber a Tirkiye û Amerîkayê de li ser kirîna Tirkiyê mûşekên S-400 çê bûbû û Amerîka Tirkiye ji bernameya firokeyên F-35an derxistibû.
Lê berî du rojan Senatorê Amerîkî Lindsey Graham li Newyorkê bi Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan re civiyabû. Piştî civînê Graham da xuyakirin, divê Tirkiye careke din vegere bernemaya firokeyên F-35.
S. B