Beşar Kîkî: Di perlemana Îraqê de hewil didin hêza Pêşmerge tuhmetbar bikin
Beşar Kîkî, perlemantarê firkisona Partîya Demokrata Kurdistanê, di perlemana Îraqê de ragehand, ku perlemana Îraqê hewil dide komîteyekê pêk bihîne bo dûvçûnê li ser zîyanên devera Rebîie. Armanc ji pêkanîna wê komîteyê tuhmetbarkirina hêza Pêşmergeye û navzirrandina Herêma Kurdistanê ye.
K24- Hewlêr

Got jî: Hinek alî, hewil didin di asta parêzgeha Neynewa de kar bo rêgirîkirnê ji hêza Pêşmerge bikin, ev jî zêdetir wek bangeşeya helbijartinê dihêt bikaranîn bo helbijartinên Civata parêzgehan.
Amaje bi wê yekê jî da, ku di yasa ya serbazî de, navê hêza Pêşmerge jî, wek hzêzên din yên Îraqê hatîye, ev jî bi watayê dihêt ku nabe Pêşmerge jî ji wan çekan bê pişik bibe ku bo hêzên Îraqî dihên dabînkirin.
Xuya jî kir, yekm care bi awayeke fermî, hêza Pêşmerge bikeve di nav yasayeke giring a weha de, ku dibe sedemek bo pirçekkirina hêza Pêşmerge.