Zaroyên Rojhelata Kurdistanê daxwaza xwîndina Kurdî dikin

Li Îran û rojhelata Kurdistanê, werza nûya xwîndinê destpêkir û xwîndingeh û zanko bi rûyê zêdetir ji 18 milyon xwîndkaran hat vekirin.

K24- Hewlêr

Li Îran û rojhelata Kurdistanê, werza nûya xwîndinê destpêkir û xwîndingeh û zanko bi rûyê zêdetir ji 18 milyon xwîndkaran hat vekirin.

Ev sal jî zaroyên Kurd ji mafê xwîndinê bi zimanê Kurdî bê behrin, di hevpeyvîneke taybet de bo Kurdistan24 daxwaza perwerde û xwîndinê bi zimanê Kurdî dikin.

Ev sal weka salên berê, li roja yekema xwîndinê û piştî ku şeş salan li navmal, xizm û kes, tax ûbajêr û gund bi zimanê Kurdî di peyvin, diçin xwîndingehê bi zimanek din cuda ji zimanê daykê dest bi xwîndinê dikin.

Piranîya zaroyên Kurd naveşêrin û hez dikin bi zimanê Kurdî bixwînin. Li roja yekê piranîya dayk û bavên wan jî dihên xwîndingehê û ew jî hez dikin perewerdeya zaroyên wan bi Kurdî be.

Di rewşa xirab abûrîya Îranê de û bi egera giranbûna keriste û pêdivîyên xwîndinê vebûna xwîndingehan bûye bareke giran li ser milên piranîya malbatan