Hevpeymanîya Nêvdewletî: Ti sazîyeke Emerîkî li Bexdayê nekirîne armanc
Hevpeymanîya Nêvdewletî dijî Daişê red dike ku ti sazîyeke Emerîkî li Bexdayê li Bexdayê hatibe armanckirin. Tekez jî kir, ku çavpoşîyê ji ti hêrişekê bo ser hêzên Emerîka û sazîyên Îraqî nakin.
K24- Hewlêr
Hevpeymanîya Nêvdewletî dijî Daişê red dike ku ti sazîyeke Emerîkî li Bexdayê li Bexdayê hatibe armanckirin. Tekez jî kir, ku çavpoşîyê ji ti hêrişekê bo ser hêzên Emerîka û sazîyên Îraqî nakin.
Hevpeymanîya Nêvdewletî di ragehandinekê de, amaje bi wê yekê kirîye, ti alîyekê berpirsyarîya xwe neragehandîye ji hêrişa ser Devera Keseik li Bexdayê û ti sazîyeke Emerîkayê nebûyne armanc, lê li gel hêzên Îraqê evan hêrişan bi cidî werdigirîn.
Hevpeymanîya Nêvdewletî, dûpat jî kirîye, çavpoşîyê nakin ji ti hêrişekê bo ser hêzên Emerîka û sazîyên Îraqî û hêzên wan jî bo berevanîyê ji xwe hemû rêyan bikar dihînin.
Ev di demkê de ye, şeva buhirî, dû gulle hawin li nêzîk balyozxaneya Emerîkayê û Devera Kesik li bajêrê ketin xwarê.