Karvedanên ser pêkanîna komîteya destûra nû ya Sûriyê

Komîteya destûrî hat ragihandin bêyî hebûna rêvebiriya xweser, rayedarên rêvebiriyê dibînin û tu çareserî bêyî wan nabe, li alîkî din jî hin siyasetmedar diyar dikin ku ev civîn dirêjkirina temenê kirîzê ye.

K24- Qamişlo

Piştî civîna Rûsya, Tirkiyê û Îranê li Enqerayê, û serdana şanderê Neyewên Yekbûyî, Gêr Bêdirsun bo Sûriyê, damezrandina komîteya destûrî ji hêla emîndarê giştî yê NY Entoniyo Gotêrês hat ragihandin, ku di nêzîk dem de herdû komîte ya rêjîmê û opozisyonê dê li hev bicivin, bêyî hebûna rêvebiriya bakur û rojhilta Sûriyê, rayedarên rêvebiriyê dibêjin ku ew bi biryarên Asîtanê ne pabend in. Herwiha tu desthilata dewletên Asîtanê li bakurê Sûriyê tune ye, û bêyî rêvebiriya xweser tu çareserî ji Sûriyê re nabe.

Ta niha bi dehan civîn û kongir bo çareseriya kirîza Sûriyê li darketina bêyî ku tu encamî bidin, hin siyasetmedarên Kurd dibînin ku ev civîn berdewamiyeke ji civînên Cinêvê û Asîtanê re, û temenê kirîzê bêtir dê dirêj bibe, û li gel berdewamiya şer li Sûriyê tu gavên çareseriya siyasî li Sûriyê niha nayên avêtin.

Piştî sal û nîvekê ji dan û standinan ev komîte hat damezrandin lê ta niha daxwazên rêjîmê û opozisyonê derbarê detûra Sûriyê ne yek in, gelo destûr dê were guhertin û hin biryaran di destê serokê Sûriyê derxînin wek ku opozisyon dibêje yan jî hin xalên destûr tenê dê werin sererastkirin wek ku rêjîm dibêje, ji ber wilo jî piştî lidarxistina civîna yekem ji vê komîteyê re encam û hûrgulî dê diyar bibin.